PeyamaKurd – Piştî kuştina Hasan Nasrallah Hûsiyên Yemenê fuze avêtin bajarê Tel Avivê. Piştî avêtina fuzeyê teqîn çêbûn. Bûyer ber destê siba qewimî. Li Tel Avivê li orta bajêr zengilên hawarê lê dan.
Li gor ragihandina ajansa Reutersê; artêşa Îsraîlê gotiye ku wan ber li fuzeyê girtiye lê şahid dibêjin ku dengê teqînan hatiye.
Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku fuze bi sîstema bergiriya fuzeyên menzîldirêj hatine îmhakirin. Êrîşa fuzeya balistik di nav 48 seetan de ya duyeme ku davêjin Îsraîlê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin