PeyamaKurd – Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ku ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 5ê Mijdarê namzedê Partiya Komarparêz e, bang li Krîstiyanan kir û got: “Ger ez ji nû ve bibim Serokê DYAyê, êdî wê hewce neke ku hûn deng bidin."
Ev banga Trump, bû sedema bertekên tund.
Trump, di mîtînga xwe ya li Florîdayê de axivî û ji hemwelatiyên DYAyî xwest ku di hilbijartinên serokatiyê yên 5ê Mijdarê de deng bidin wî.
Donald Trump ji Kirîstiyanên kevneparêz re got ku “wê ev dengdana we ya dawî be” û dom kir:
“Krîstiyanno, derkevin û deng bidin! Tenê vê carê. Piştî vê dengdanê êdî wê ne hewce be hûn vê yekê bikin. 4 salên din wê her tişt baş be. Êdî ne hewce ye ku hûn deng bidin, hûn Krîstiyanên hêja ne."
Lê belê, ji vê axaftinê Trump xwest çi bêje ne diyar e. Serokê berê yê DYAyê, di dema kampanyaya xwe de her dem axaftinên ku rê li ber gengeşiyan vedike dike.
Harris: Armanca Trump hilweşandina demokrasiyê ye
Hevrika Donald Trump a hilbijartinên serokatiyê, namzeda Partiya Demokrat Kamala Harris, daxuyaniya Trump bi nîşaneya ku eger ew vegere Koşka Spî, ew ê demokrasiya DYAyê hilweşîne nirxand.
Berdevkê kampanyaya Harris, di derbarê axaftina Trump de got: "Dema ku Cîgira Serokê niha yê DYAyê Kamala Harris got; ‘ev hilbijartin hilbijartina azadiyê ye.’ xwes ku vê yekê bibêje. Demokrasiya me di bin hêrişa sûcdar Donald Trump de ye. Piştî hilbijartina dawîn a ku Trump wenda kir, Trump ji bo guhertina encamên hilbijartinê komek çete şand. Vê carê soz da ku eger têk biçe wê tundiyê bikar bîne. Ger bi ser bikeve, wê dawî li hilbijartinên me bîne û Destûra Bingehîn hilweşîne da ku bibe dîktatorek ku wê rojeva xwe ya xeternak, Projeya 2025an li ser DYAyê bisepîne."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin