Seroka Parlamenê: Ezê ti civînên fêdeya xelkê Kurdistanê tê de nebe saz nekim

Seroka Parlamenê: Ezê ti civînên fêdeya xelkê Kurdistanê tê de nebe saz nekim

PeyamaKurd - Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ragihand, heta rewşa nav parlamentoyê asayî nebe û bawerî û rûmet li parlamentoyê neyê vegerandin, ew biryara ti civînekê nade.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq îro 14ê Gulanê li Hewlêrê di civîneke rojnamevanî de diyar kir ku heta rewşa parlamentoyê asayî nebe ew bangewaziya civînê nake û got: “Heta negihim baweriyê ku dê mifaya civînê ji bo xelkê Kurdistanê hebe, ez ti civînan saz nakim.”

Rêwaz Fayeq da xuyakirin, “Ji her tiştî giringtir ev e ku di navbera fraksyonan de pirsgirêk nebin, me peyama fraksyonan wergirt û serdana me kirin. Paşê em dê biryar bidin kengê li gel wan bicivim, ji ber ku ew ji serokatiya parlamentoyê dilgiran in, ez jî wek seroka parlamentoyê dilgiran im.”

Rêwaz Fayeq diyar kir: “Parlamento nacive heta li gor xwasteka hemû hêzên li nav parlamentoyê nebe, parlamento dê wê demê bicive, ku behsa pirsgirêkên xelkê Kurdistanê bike û wê demê dê bicive ku bi rûmeteke taybet û bi baweriyeke taybet biçe nav parlamentoyê.”

Fayeq da zanîn, biryar bû îro 6 fraksiyonên ku civîna roja 7ê Gulanê ya parlamentoyê boykot kiribûn, civiyabûna, lê belê tenê fraksyomên YNK, Goran, Komel û Azadî di civînê de amade bûn, lê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Nivşê Nû beşdarî civîna wan fraksyonan nebûn.

Fraksyonên YNK, Goran, Komel û Azadî piştî civîna xwe nameyek dane Seroka Parlamentoya Kurdistabnê. 

Serokê Fraksyona YNKê Cemal Hewêz da xuyakirin, pirgirêka wan bi desteya serokatiya parlamentoyê re heye û got, heta ew pirsgirêk neyê çareserkirin ew di ti civînekê de beşdar nabin.

Dihat çaverêkirin ku her çar fraksyon piştî civîna xwe bi fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re bicivin, lê belê ev civîn pêk nehatiye.

Serokê Fraksyona PDKê Omêd Xoşnaw li ser mijarê got, “Em amade ne ji bo her civîneke ligel serokatiya parlamentoyê û fraksyonan û em hêvîdar in Parlamentoya Kurdistanê vegere ser rêya xwe û berdewamiyê bide civînên xwe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 7ê Gulanê Parlamentoya Kurdistanê ji bo rakirina parêzbendiya s4 parlamenteran civiyabû û parêzbendiya parlamenterê Komela Îslamî, Soran Omer hatibû rakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin