PeyamaKurd - Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket. Hat ragihandin ku şer û pevçûn du saetan dom kiriye û li gorî ragihandina Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, 2 PKKyî hatine kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de hat gotin ku li derdora Dêrsimê bi beşdariyê hêzên ser bi Fermandariya Cendirmeyan a Dêrsimê ve li dijî PKKê operasyon hatiye destpêkirin. Dema operayonê jî di navbera komek PKKyî û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn çêbûne û di encama wî şerî de jî 2 PKKyî hatine kuştin.
Ji aliyê PKKê ve hîn derbarê ziyanên wî şerî de daxuyaniyek nehatiye belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin