12 wefat û 688 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

12 wefat û 688 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 688 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî mirine.

Wezareta Tendarsstiyê di daxuyaniya xwe ya 20ê Cotmehê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 688 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 334 kes li Hewlêrê, 191 kes li Silêmaniyê, 117 kes li Duhokê, 44 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1367 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 450 kes li Hewlêrê, 512 kes li Silêmaniyê, 307 kes li Duhokê, 37 kes li Helebceyê, 32 kes li Germiyanê û 29 kes li Raperînê ne.

Li Herêma Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 352829 kesan, ya mirinan bû 6188 kes û heta niha 329327 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin