Îran: Me û Amerîkayê hin peyam gihandin hevdu

Îran: Me û Amerîkayê hin peyam gihandin hevdu

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan, ragihand ku Îran û Amerîkayê di maweya şerê Xezzeyê de, Hizbulaha Lubnanê jî di nav de, hin peyam gihandine hevdu.

Ebdulahiyan di civîneke rojnamevanî ya li serdana xwe ya Beyrûtê de got: "Di dema vî şerî de û di hefteyên dawî de, di navbera Îran û Amerîkayê de danûstandin çêbûn."

Wezîrê Îranê diyar kir, Amerîka daxwaz ji Tehranê kiriye ku ji Hizbullahê bixwaze bi berfirehî û tam tevlî şerê dijî Îsraîlê nebe.

Hêjayî gotinê ye, Hizbulah rojane artêşa Îsraîlê li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê topbaran dike ji bo piştgirîya Hamasê, lê heta niha şer nehatiye berfirehkirin û Îsraîlê jî gefa wêrankirina Lubnanê li Hizbullahê xwaribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin