Serokê Herêmê Cejna Çilê Havînê li Êzdiyan pîroz kir

Serokê Herêmê Cejna Çilê Havînê li Êzdiyan pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cejna Çilê Havînê li Mîrê Êzidiyan, Civata Rûhanî ya Êzidiyan û hemî Êzidiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya Cejna Çilê Havînê ya Êzidiyan pîroznameyek belav kiriye.

Serokê Herêmê di pîroznameya xwe de Cejna Çilê Havînê li Mîrê Êzidiyan, Civata Ruhanî ya Êzidiyan û hemî Êzidiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û hêviya ku cejn bi xweşî û tenahî bi rê ve biçe kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pîroznameya xwe de herwiha ragihand ku di vê helkeftinê de careke din tevaya Êzidiyan piştrast dikin, wekî çawa di dema borî de alîkarên wan bûn û ew parastin û bergirî ji wan kir û piştevaniya wan kir, wê bi heman awayî li ser piştevanîkirina mafên wan berdewam bin û her tiştekê ji wan bê wê ji wan re bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin