Peyamakurd : Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres di 7ê Mijdarê de daxuyaniyekî belav kir û balê kişand ku Xazze bûye ciyê goristana zarokan û bang û daxwaz kir ku demildest agirbest bê ragihandin.
Guterres encamên şerê li Xazzeyê metirsîdar destnîşan kir û balê kişand ku ew şerê ji 7'ê Cotmahê ve berdewam e, dibe sedema kuştina sivîl û zarokan û êş û têkçûnên mezin peyda dike. Loma jî divê demildest şer bê rawestandin.
Li gel bangewaziyên endamên NY, Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netenyahû ragihandibû ku heta dîlgirtiyên Îsraîlî ku di destên Hamasê de ne, neyên berdan ew agirbest ranagihînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin