Hamas : 4 Serkirdeyên lesekerî yên Kassamê hatine kustin

Hamas : 4 Serkirdeyên lesekerî yên Kassamê hatine kustin

PeyamaKurd - Hamasê daxuyandiye ku di êrişên Îsraîlê yên li Kerta Xezzeyê 4 serkirdeyên İzzedîn el-Kassam hatine kuştin.

Di daxuyaniyêde hatiya ragihandin ku yek ji wan Endamê Konseya Bilind a Leşkerî yê bi navê Ahmed el-Gandûr (Ebû Enes) di serî de, Vaîl Receb, Rafet Selman û Eymen Siyam di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin. 

Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku "Wan serkirdeyan di tofana li Xezzeyê de, di gelek bereyan de bi lehengî şer kirine û hatine şehîdkirin. Bila xwîna wan ji mucahîtan re bibe nûr, ji dagirkeran re bibe agir. Em soz didin xweda ku emê di rêya wan de bimeşin." 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin