PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku di mijara Îsraîl û Filistînê de ew ê piştgiriya çareseriya dudewletî bidomînin.
Berdevkê NYî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivand.
Dujarric ragihandinên Norwêc, Îrlanda û Îspanyayê yên erêkirina nasîna dewleta Filistînê nirxand û diyar kir ku ev welatên ku vê biryarê standine welatên serdest in û biryarê bi serê xwe dane.
"Bala me li ser agirbestê ye"
Dujarric got: "Sekreterê Giştî Antonio Guterres jî wê piştgiriya çareseriya du dewletî ya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê bidomîne."
Dujarric li ser pirsa "biryara van welatan wê bandoreke çawa li pêvajoyê bike? jî Dujarric nexwest di vê mijarê de şîroveyan bike û got, "Bala me li ser agirbest ragihandina aliyan e. Bi vî awayî alîkariyên mirovî dikarin bêne şandin, dîl bêne serbest berdan û pêvajoya çareseriya siyasî bê destpêkirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin