PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîr a Anedolê, li navça Konakê di destpêka metroyê de êrîşekî çekdarî pêk hat û di encamê de kesekî mir û 2 kes birîndar bûn. Li ser bûyerê hêzên asayîşê 9 kesan girt û ji wan 9 kesan 7 kes hatin zîndanîkirin.
Hat ragihandin ku pirsgirêk ya peraye û ji ber deynan pevçûne. Di 19ê Adarê de li ber metroyê êrîşê Çetin Ermiş (71) kirine û wî giran birîndar kirine. Dema li Ermiş dixin, gule li kesên bi mavên İ.A. (47) û Ü.E. (32) dikevin û sivik birîndar dibin ku her dû kes jî rêwî bûn û wê li metroyê siwar bibûna.
Li ser bûyerê polîs diçe ciyê bûyerê û Çetin Ermiş dibin nexweşxanê lê li nexweşxanê can dide. Li gor lêpirsîna polîs; êrîş ji aliyê O.K. (29) û H.D. (31) de hatiye kirin û kesên bi navên A.K. (29), M.F.K. (34), Ö.Ç. (29), H.E. (41), H.Y. (34), İ.Ü. (24) ve H.Y. (34) destekê dane wan.
Piştî îfadên wan hat girtin, wan birin dadgehê û dadgeh 7 kesan şand zîndanê. Her dû êrîşkerên ku çekan bikaranîbûn, bi çekên xwe ve hatibûn girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin