PeyamaKurd - Endama Lijneya Darayî ya Parlamena Iraqê Îxlas Dilêmî anî ziman ku dibe vê mehê mûçeyên fermanberan taloq bibin û got: “Lê belê ji bo mehên bên li dû rêkarên diyarkirî, mûçeyên fermanberan û endamên hêzên ewlehiyê bi çi awayan taloq nabin.”
Endama Lijneya Darayî ya Parlamena Iraqê Dilêmî ji K24ê re ragehand ku li gorî hihevkirina Hewlêr û Bexdayê, di yek - du mehên bê de mûçeyên fermanberan û heta yên endamên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bi çi awayî jî êdî taloq nabin û wê di dema xwe de bên parvekirin.
Endama Lijneya Darayî Dilêmî herwiha di beşeke din a axaftina xwe de aşkere kir ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, li gor demên berê niha pir baş têne dayîn û ti metirsiyek li ser dana mûçeyan tune ye.”
Îxlas Dilêmî wiha domand: “Di derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de heta niha ti pirsgirêkek tune ne. Rast e, beriya niha bi taybetî di mûçeyên hêzên ewlehiyê û xanenişînan de pirsgirêk derdiketin, lê belê piştî hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, lihevkirin pêk hat. Dadgeha Federal jî di derbarê mijarê de biryara xwe da û got: Her bankeke bawerpêkiriya banka navendî, dikare mûçeyên fermanberan tevlî sîstema bankkirinê bike.”
Endama Lijneya Darayî ya Parlamena Iraqê Îxlas Dilêmî her wiha got: “Dibe ku vê mehê mûçeyên fermanberan taloq bibe, lê belê ji bo mehên bê li dû rêkarên diyarkirî, mûçeyên fermanberan û yên endamên hêzên ewlehiyê bi ti awayan taloq nabin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin