PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Tûnisê Nebîl Ammar re di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî.
Lavrov bi bîr xist, Rûsya bi Tirkiye û Îranê re di çarçoveya formata Astanayê de di mijara Sûriyeyê de dixebite û destnîşan kir, ji ber mueyîdeyên Rojava pirsgirêkên cidî di aboriya Sûriyeyê de berdewam dikin.
Lavrov eşkere kir, ev yek bandoreke neyînî li ser aboriyê dike û got, "Amerîka di esasê xwe de li Rojava nîvdewleteke Kurd ava dike û nefta Sûriyeyê û genimê Sûriyeyê qaçax dike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin