PeyamaKurd – Li bajarê Adana yê Tirkiyê li navça Seyhanê kesê bi navê Hakim A. bi sedemeka nehat zanîn jin a xwe, xezûr, xesû û bûrayê xwe bi demançê kuşt. Paşî rakir bebeka xwe û revand.
Lİ gor tê gotin: kesê bi navê Hakim A. li taxa Gülbahçesiyê bi jina xwe re li ber berdanê bû û li mala xezûrê xwe bi kesên malbatê re munaqeşe kir. Li gor ragihandinê; li jina xwe Şükran A. (20), xezûrê xwe Turgut E. (51), xesûya xwe Leyla A. (51) û bûrayê xwe Muhammet E. (18) xist.
Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê lê ji malbatê kesekî sax nemabû. Li gor şahidan Hakim A.dema diçe mala xezûrê xwe ji wan re dibêje ku ew çima zaroka wî nîşanî wî nadin û munaqeşa wan ji wir destpêdike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin