Îsraîl nahêle Hamas çavên xwe veke

Îsraîl nahêle Hamas çavên xwe veke

PeyamaKurd- Îsraîl êrîşên hewayî bir ser du deverên li Xazzeyê ku baregehên leşkerî yên Hamasê lêne.

Her dû herêmên bi navên Eyn Callûd û Haşşaşînê, baregehên Hamasê yên leşkerî lêne. Her dû navendên Hamasê hatin bombebarankirin. Li her dû baregehan, baskê Hamasê yên leşkerî ku bi navê Tûgayên Izzedîn El Qasim tê binavkirin, lêne.

Li gor çavkaniyên Fîlîstîniyan di êrîşan de mirî an birîndar nînin û aliyê Îsraîlê hêj ti agahiyekê nedaye çapemeniyê. Di demên pêşiya me de wê encama êrîşan aşkera bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin