PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Rûsyayê ji bo operasyona li dijî İdlîbê mehek molet daye Tirkiyê ji bo ku hêzên xwe ji wî bajarî vekişîne.
Li gor nûçeya Rojnameya Svobodnaya Pirsa ya Rûsî li ser rewşa İdlîbê hat ragihandin ku Tirkiye hewl dide li İdlîbê artêşeke ji 100 hezar kesî pêk tê ava bike û di vê çarçoveyê de xebatên bihêzkirina sengerên xwe yên li wî bajarî bi lez berdewam dike.
Herwiha hat diyarkirin ku li hember vê yekê rejîma Sûriyê jî amadekariyên xwe yên rizgarkirina İdlîbê zêde kirine.
Di nuçeyê de hat destnîşan kirin ku İdlîb bûye dawîn penageha çekdaêrn terorîst û hat gotin ji ber vê yekê Rûsyayê mehek molet daye Tirkiyê ku helwesta xwe ya di derbarê İdlîbê de zelal bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin