PeyamaKurd- Li gorî çapemeniya Kurdî çekdarên alîgirên Îranê û Rejîma Sûriyê berê xwe dane herêma Dêra Zorê ku HSDê jî li wir operasyonê dike.
Erkdarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin ku Îran dixwaze herêma Hacînê bi dest bixe û di wir re hêzên çekdarî derbasî axa Sûriyê bike. Lê belê em û koalîsyon nahêlin ku ew vê operasyona me bidin sekinandin.
Erkdarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wiha berdewam kirin: “Heke çekdarên alîgirên Îranê û Rejîma Sûriyê êrîşî me bikin, em ê jî bersiva wan bidin.”
Ji fermandarên HSDê Şergo Hesekê jî wiha axivî: “Ji bo me, ne girîng e ku çekdarên alîgirên Îranê û Rejîma Sûriyê hatine herêmê. Wan dixwest ku gundê Bahozê bistînin, lê me stand. Em ji vir naçin, divê ew ji vê herêmê herin.
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Lilva Abdullah jî got ku hedefa me ew e ku em IŞÎDê ji Rojhilatê Firatê paqij bikin. Heta niha jî me bi çekdarên alîgirên Îranê û Rejîma Sûriyê re şer nekiriye. Lê belê heke ew êrîşî me bikin, em ê jî bersiva wan bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin