Wezareta Plandanînê: %41ê axa Iraqê bûye çol

Wezareta Plandanînê: %41ê axa Iraqê bûye çol

PeyamaKurd – Di lêkolîna ku ji bo pîvandina rewşa zeviyên çandiniyê û avê li Iraqê hatiye kirin de derketiye holê ku ji sedî 41ê axa welat bûye çol.

Serokê Buroya Navendî ya Amarên Wezareta Plandanan a Iraqê Ziya Awad di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de wiha got: “Lêkolîna li ser rewşa çandinî û avê li Iraqê eşkere kir, deverên biyabanî û bejahî ji sedî 41.89ê rûbera giştî ya Iraqê pêk tînin.”

Awad diyar kir, li Iraqê ji sedî 1.25 rûbera zozanan kêm bûye û got, zeviyên çandiniyê ji sedî 22.21ê Iraqê pêk tîne, ji ber ziwabûn, bêbermahiya ax û kêmbûna kelûpelên çandiniyê ji aliyê cotkaran ve hatine terikandin.

Li gor raporta herî dawî ya Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê, heta nîvê meha Adarê, 12 hezar û 212 malbat, yanî 73 hezar û 272 kes, ji ber ziwabûnê li 10 parêzgehên Iraqê neçar bûne koçber bibin.

Di daxuyaniya nivîskî ya berdevkê artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin, hêzên taybet ên Îsraîlê li navenda bajarê Xan Yûnisê "cara ewil" şer kirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin