PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Biden diyar kir, dîmenên kêliyên ku Tîre Nîchols ê li Memphîsê hat kuştin tirsnak in û got, "Yên ku li edaletê digerin, bila ji bo xwepêşandanan serî li tundiyê û îmhayê nedin."
Wêneyên kêliyên dema ku Nicholsê sê hefte berê li bajarê Memphis ê li eyaleta Tennessee ya Amerîkayê ji hêla pênc polîsan ve hate lêdan û mir, hat parvekirin. Tê dîtin ku Nîchols piştî ku spreya bîberê li rûyê wî tê rijandin dike qêrîn û dibêje "dayê."
Şîdet qet nayê qebûlkirin
Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê vîdyoya Tire Nichols de daxuyanî da û got, "Weke gelek kesan, ez jî hêrs bûm û pir êşiyam dema ku min vîdyoya hovane ya lêdanê dît ku bû sedema mirina Tire Nichols."
"Ew bîranînek din a bi êş e ji tirs û trawmaya kûr, êş û westandina ku Amerîkîyên Reş her roj dijîn e. Dilê min bi malbata Tire Nichols û bi Amerîkîyên li Memphis û li seranserê welêt re ye. Dîmenên ku îşev hatin weşandin wê bi awayekî mafdar mirovan hêrs bike.”
Biden herwiha got, “Yên ku li edaletê digerin bila serî li tundî û wêrankirinê nedin. Şîdet qet nayê qebûlkirin; Neqanûnî û wêranker e. Ez bi malbata Nichols re di bangawaziya xwenîşandana aştiyane de dipejirînim. Divê em her tiştî bikin da ku pergala me ya cezayê ji her kesî re adil û bêalî be. Guhertinek rastîn û mayînde wê çêbibe, tenê heke em tevbigerin da ku karesatên bi vî rengî careke din neqewimin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin