PeyamaKurd – Li Trabzonê do dema partiya HÜDA PAR ê stenda xwe vekiribû, hinek kes êrîşê biribûn ser stenda wan û pankartên wan avêtibûn erdê û çirandibûn. Îro HUDA PAR ê ji nûh de stenda xwe vekir lê xelk qebûl nekir û li hemberê HÜDA PAR ê meşiyan. Her çendîn polîs ket navbera wan jî xelk meşiya û sloganên weka ‘Tirkiye laîke û wê laîk bimîne’/’Em eskerên Mustafa Kemal in qêriyan.’
Li ser bûyerê nexweşiya li Trabzonê dewam dike. Serokê HÜDA PAR ê Zekeriya Yapıcıoğlu got:
“Duhî nexweşîn çêbû. Paşî derbas bû. Provakator belav bûn. Qelebalix belav bû. Ji bo nexweşî zêde nebe hevalên me stendê rakirin. Îro car din stenda me danîn. Serê sibê gelek eleqe nîşanî stenda me dan. Lê pravakator car din xwestin nehêlin em siyasetê bikin. Eger çend kes bi qeweta xwe ya zorê nehêlin em siyaseta xwe bikin, cezayê wan 2.5 zîndane û eger bi qelebalixê nehêlin em siyasetê bikin, cezayê wan 2 qat dibe. Cezayê sûcê han girane. Kes ne mecbûre fikra me qebûl bike lê kes nikare nehêle ku kesên din siyasetê bikin. Em naxwazin ku ji ber çend kesên provakator, bûyerê mezinbikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin