Îran hisyariyê da Yekîtiya Awrûpayê

Îran hisyariyê da Yekîtiya Awrûpayê

PeyamaKurd- Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî yê Îranê Elî Ekber Salihî ragihand ku piştî Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiya, bo parastina peymanê pêngavên ku ji aliyê Yekîtiya Awrûpa de tên avêtin ne bes in.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA yê; Salihî bi sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî bi Antonio Guterres re li payîtexta Norweçê li Osloyê hatin cem hev. Di hevdîtinê de Salihî got ku piştî biryara Amerîkayê, pêşniyarên ku ji aliyê Brîtanya, Fransa, û Almanya de bo parastina peymanê hatin kirin, bo bendeyên Îranê têr nakin.

Guterres, ragihand ku bo parastina peymana nukleerî ji bilî Amerîka wê bi welatên din yên teref re hevdîtinên xwe bide dewamkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin