Hûsiyan li Derya Sor li 4 kestiyan xist

Hûsiyan li Derya Sor li 4 kestiyan xist

PeyamaKurd – Li Derya Sor Hûsiyên Yemenê yên bi desteka Îranê ragihandin ku 4 keştiyên di Derya Sor de derbas dibûn, bi dehan fuzeyan li wan xistine. Keştiyên Hûsî li wan xistine, yên baghilgirtinê ne.

Tevî tê gotin di keştiyekî de teqîn li pey hev çêbûye jî, rêvebirên keştiyan ragihandin ku di keştiyan de çi xesar nebûye.

Rojek berê jî Hûsiyan êrîşê keştiyekî kirin, tê de xesara maddî çêbû lê keştiyekî şer ku li deverê wezîfe dikir li hemberê hûsiyan ket nav tevgerê û bi topan li baregehên Hûsiyan xist. Paşî keştiyê kişandin lîmaneka bi ewle.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin