PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi daxuyaniyekê, êrîşa do ya li derdora Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bi tundî şermezar kir.
Bafil Talebanî têkildarî êrîşa hewayî ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya xwe de Talebanî têkdana aramiya Herêma Kurdistanê weke “xeta sor” bi nav kir û da zanîn, “Yan Kurdistan yan neman.”
Serokê YNK Bafil Talebanî eşkere kir, “Em bi tundî êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê û hewldanên têkçûyî yên nokerên biyanî yên bi armanca têkbirina ewlehiya parêzgeha Silêmaniyê şermezar dikin.”
Talebani di beşeke din a daxuyaniya xwe de eşkere kir, “Kiryarên tawankarî û derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi serpereştiya dezgeheke îstixbarata asayişa navxwe, ne kêm in û dîrokeke me ya dirêj bi wan re heye. Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyek gelek serttir û qehremantir in ku navûdengê wê pîs bike û jiyana xelkê wê têk bibe.”
Talebanî di berdewamiyê de diyar kir, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di dema borî de ji bo parastina yekrêziyê û bidestxistina berjewendiyên bilind ên gelê sebir kirine û wiha got, “Lê berdewamiya reftarên ne guncaw yên hin dezgehên ewlekarî yên partiyeke siyasî di bin siya hikûmeteke takekesî û xwesepandî de hemû sînor derbas kiriye.”
Talebanî destnîşan kir, ew bi Kurdbûna xwe ser bilindin aramiya herêmê ji bo wan xeta sor e û wiha got, “Em şanaziyê bi Kurdbûna xwe û bi Kurdayetiyê xwe dikin. Di dilê me de Kurdistan heye û em ji bo jiyana gelê xwe rûbirûyî hemû metirsiyan bûne û em ê rûbirûyê wan bibin. Xerakirina aramiya herêmê û Silêmaniyê xeta sor e.”
Herî dawî Serokê YNKê Bafil Talebanî destnîşan kir, “Em ê careke din û bi dengekî bilindtir bibêjin, `Yan Kurdistan yan neman`.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin