Hevpeymaniyê di hefteyekê de cara duyem alîkarîya leskerî gihand hêzên Pêsmerge

Hevpeymaniyê di hefteyekê de cara duyem alîkarîya leskerî gihand hêzên Pêsmerge

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, di nav hefteyekê de cara duyem alîkariyên leşkerî ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re şand.

Hat ragihandin ku di karwana duyem a alîkariyan de, 59 wesayîtên Hummer ên zirxî, ambulans û wesatîya neqliyê hebû.

Şêwirmendê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê, Colonel Todd Burroughs li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku wan îro danê sibehê ji bo 11 lîwayên cuda yên Herêma Kurdistanê, 59 wesayît dabeş kirine û ew dê ji bo têkdana DAIŞê hevkarî û şêwirmendiya xwe ya bo şirîkên xwe berdewam bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin