PeyamaKurd - Gelê Zaxoyê, ji bo protestokirina êrişa Pasdaranên rejîma Îranê ya li dijî Hewlêrê daketin kolanan û rejîma Îranê şermezarçkirin.
Li navçeya Zaxoyê ya Parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, bi deh hezaran welatî li derdora Pira Delal hatin kom bûn êrişa rejîma Îranê protesto kirin.
Di xwepêşandanê de wêneyên karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî Jîne ya yek salî ku di êrîşa hovane ya rejîma Îranê de canê xwe ji dest dabûn, hatin hildan û drûşmên li dijî hovîtiya rejîma Îranê hatin qêrîn.
Beşdarên xwepêşandanê ji bilî wêneyên qurbaniyan, pankartên "Hûn dikarin me bikujin lê nikarin vîna me bişkênin", "Kuştina jin û zarokan tiştekî ku mirov pê xwe serfiraz bike nîne" û "Xwedê ji hemû zaliman bihêztir e" vekirin.
Di xwepêşandana protestoyî de Berpirsê Rêveberiya Serbixwe ya navçeya Zaxoyê Guhdar Şêxo axaftinek kir. Şêxo di axaftina xwe de got:
"Em ti carî nabin dîlên van êrişan. Em alîgiriya aştiyê dikin. Tiştê ku li Hewlêrê hatiye kirin êrişa terorê ye."
Guhdar Şêxo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê peyama gelê Zaxoyê ji Neteweyên Yekbûyî (NY), hikûmeta navendî ya Îraqê û raya giştî ya navneteweyî re jî bê şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin