Hêzên Rus, xwe ji hin deverên Helebê vedikisînin!

Hêzên Rus, xwe ji hin deverên Helebê vedikisînin!

PeyamaKurd- Hêzên Rusyayê, li bajarê Helebê dest bi vekişîna ji xetên xwe yên pêwendiyê yên bi komên opozîsyona Suriyeyê yên ku Tirkiyeyê piştevaniya wan dike, kirin.

Çavkaniyên nêzîkî hêzên Rus li Suriyeyê ragihandin ku Rus ji navçeyên xeta pêwendiyê vekişiyan da ku hêzên xwe li bakurê Suriyeyê (Rojava) ji nû ve bi cih bikin.

Fermandarekî Eniya Rizgariya Niştimanî ya opozîsyonê got: "Rusya hêzên xwe ji devera Tel Rifatê li gundewarê bakurê Helebê vedikişîne."

Fermandarê ku nexwest navê xwe eşkere bike, di daxuyaniya xwe de wiha got;

“Vekişîna hêzên Rusyayê ji xetên pêwendiyê, di peymanên Tirkiye û Rusyayê de gaveke sosret e. Ji bo Rusya û hikûmeta Suriyeyê vekirina rêya stratejîk a Heleb-Laziqiyê dibe sedema fişarekê li ser Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) û pêngaveke ber bi lihevkirina Rusya û Tirkiyeyê."

Li gorî peymana Tirkiye û Rusyayê, hêzên Rusyayê li xalên li kêleka hêzên rejîma Suriyeyê, li ser xetên pêwendiyê yên bi navê "herêma kêmkirina rageşiyê" bi cih bûne.

Hêzên rejîma Suriyeyê, hêzên Rusî, Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) û komên opozîsyona Suriyeyê li gundewarê bakurê Helebê bi cih bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin