PeyamaKurd - Li gor Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Guterres ragihand, wê çend metirsiyên din li ser vîrûsa Koronayê li cîhanê çêbibin.
Antonio Guterres diyar kir, dibe ku li cîhanê terora biyolojîk û êrîşên sayberî jî zêde bibin û got, rêxistinên DAIŞ, El-Qaîde, Naziyên nû û Çerm Spî hewl didin ku ji vê rewşa aloz a cîhanê sûdê werbigrin.
Guterres bal kişande ser hebûna DAIŞê li Iraq û Sûriyê û got, DAIŞ dixwaze xwe ji nû ve rêkbixe, lewra dibe ku êrîşên biyolojîk jî encam bide.
Guterres daxwaz ji welatên cîhanê jî kir ku, di mijara rûbirûbûna teror û êrîşan da hevahengiyê li gel hevdu bikin û zanyariyên îstîxbaratî jî bidin hev.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin