Parlementerekî Iraqê: Civîna parlementoyê li ser hikûmeta nû dê were texîrkirin

Parlementerekî Iraqê: Civîna parlementoyê li ser hikûmeta nû dê were texîrkirin

PeyamaKurd - Endamekî parlementoya Iraqê dibêje, civîna parlementoya Iraqê li ser pesendkirina kabîneya nû ya hikûmetê dê were texîrkirin.

Tê gotin ku parlementoya Iraqê dê îro bicive û deng bide kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî.

Parlementerekî şîe bi navê Mihemed Beldawî ragihandiye, heta niha firaksyon û aliyên siyasî li ser kabîneya nû li hev nekirine, ji ber ku li ser çend kandîdên wezaretan nakok in.

Mihemed Beldawî her wiha gotiye, ji ber wê jî parlemento îro nikare bicive û dê civîna parlementoyê were paşxistin. Bi texmîna wî parlementerê Iraqî, parlemento dê sibê bicive.


Parlementerekî Iraqê: Civîna parlementoyê li ser hikûmeta nû dê were texîrkirin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin