PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li paytext Hewlêrê bi nivîskarê dîrokzan û zanayê kurd Kelîmullah Tewehudî re civiya ku doh di Roja Rojnamevaniya Kurdî ji bi merasîmekê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî xelat wergirtibû. Tewehudî bi dîtina Serok Barzanî got, 'Bi dîtina cenabê serok daxwaziya min hate cih'.
Serok Barzanî îro li ofîsa xwe ya li nahiya Pîrmam ya Hewlêrê pêşwazî li nivîskarê dîrokzan û zanayê kurd yê Xorasanê, Kelîmullah Tewehudî kir.
Tewehudî bi dîtina Barzanî got ku arzûya wî hatiye cîh û paşê behsa kurdên Xorasanê kir, xebat û pirtûkên xwe li ser dîroka kurdan jî ji Barzanî re behs kir.
Barzanî bi germî bixêrhatina Tewehudî kir, hewl û xebatên wî bo nivîsîna dîroka beşek ji gelê kurd bi qîmet zanî.
Serok Barzanî her wiha destxweşî li Tewehudî kir ku kariye huner û çanda kurdên Xorasanê zindî bihêle.
Nivîskar û zanayê navdarê kurd Kelîmullah Tewehudî doh li Hewlêrê ji aliyê Akademiya Kurdî ya Kurdistanê ve hatibû xelatkirin û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de xelat pêşkeşî cenabê wî kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin