PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku ji ber ku dibe şerê bi Rûsya re dewam bike, bang li welatên Awrûpayê kir ku hilberîna sîlihan zêde bikin.
Banga Stoltenberg ket berya 15ê Sibatê ku wê roja civîna wezîrên berevaniyê yên endamên NATOyê be û hevpeyvîna xwe bi rojnama Alman ya bi navê Welt am Sonntag re kir. Stoltenberg got:
“Ji bo em lezê bidin amadekariyên ji bo Ûkraynayê, stokên NATOyê nûh bikin, divê bingeha sanayiyê ji nûh de nûh bikin û fireh bikin. Ev tê vateya hiberîna hêdî ya di wextê aştiyê de ku jê derbasî hiberîna bilind dibin. Di bazarên aboriyê de ji bo hilberîna şîrketan zêde bibe, pêdivî bi îmzakirina peymanan heye.
Serokê Rûsyayê Putin aboriya Rûsyayê ji bo şerekî dirêj amade kiriye. Ji ber temamê aboriya Rûsyayê li gor şer amade kiriye, ji bo ewlehiya xwe divê em zêdetir tiştan bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin