PeyamaKurd – Hate ragihandin, li bajarê Nasiriyê ku navenda parêzgeha Zîqarê ye, di xwepêşandanên dijî hikûmetê de alozî derket.
Li gorî zanyariyên medya Iraqê, li Zîqarê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de, şer û pevçûn çêbûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin, bi dehan derçûyên zanîngeh û peymangehan, li ber deriyê avahiya Encûmena Parêzgeha Zîqarê dest bi xwepêşandanê kirin û xwepêşanderan daxwaz kirine ku Hikûmet wan di sektora giştî de bicih bike.
Li gorî medya Iraqê, di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derketiye û piştre li hevdu dane û ji ber wê sedemê jî hejmarek kesek ji xwepêşander û hêzên ewlehiyê birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin