Filistînê, bang li cîhanê kir: Pêkutiyê li Îsraîlê bikin

Filistînê, bang li cîhanê kir: Pêkutiyê li Îsraîlê bikin

PeyamaKurd- Rêvebiriya Filistînê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo tundiya Îsraîlê ya li dijî Xezayê û Şerîeya Rojava rawestîne, "pêkutiyeke rasteqînî bike.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji sûcên şer û mirovahiyê yên li Şerîeya Rojava û wêrankirina li Xezayê bi tevahî Îsraîl berpirsyar e.

Li gorî daxuyaniyê, êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ya vê sibehê ya li dijî Kampa Penaberan a Cenîn, wekî "gaveke metirsîdar a ku rageşiyê zêde dike" hat binavkirin.

Hat xwestin ku ji bo ku İsrail tundiya xwe ya li Xeza û Şerieya Rojava, erîşen li ser gelê Filistine û dagirkeriya xwe rawestine û alikariya mirovî bikeve Xezayê, civaka navneteweyî zexteke rasteqînî li Îsraîlê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin