PeyamaKurd – Rêxistina mafên mirovan ya Îranê ragihand ku piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ji bo xwepêşandanên li Îranê û rojhilatê Kurdistanê destpêkirine, heya niha 304 kes jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de 41 kes temenên wan di bin 18an de ne.
Lê mijara balkêş ew e ku dewleta Îrenê ji bo tevgera xwepêşandaran bişkêne û bieçiqîne, tûxaya Fatimiyûn ya ku ji koçberên Afxanî pêkhatiye bikartîne. Tûxaya Fatimiyûn ji Şîayên Afxanistanê pêkhatiye.
Çalakvan, di dema xwepêşandanê de kesekî xistine destê xwe û dîtine ku endamê tûxaya Fatimiyûne û nasnama wî di ser medya civakî de belav kirine.
Di dîmenên çalakvanan de tê dîtin ku di rêya balafirê de ji tûxaya Fatimiyûn mirovan birine Îranê. Rewşa heyî halê koçberên Afxanî yên ku ji Talibanê reviyane dixe xeterê.
Mijareka dinê ya li ser medyayê hatibû belavkirin ku ew jî bê Putin çawa komandoyên ku di dema Amerîka li Afxanistanê bû de, wan perwerde kiribû, mijara komandoyane. Piştî Amerîka ji Afxanistanê vekişiyabû, ew komando çûbûn Îranê û xwe sipartibûn Îranê. Hatibû gotin ku Putin wan komandoyan weka leşkerên bi mehane biriye Rûsyayê û li hemberê Ûkraynayê bi wan şer daye kirin.
Li ser çalakiyên li Îranê û Kurdistanê, generalê artêşa Îranê Resûl Sen’î Ra’d got ku:
“Nîzam (rejîm) ji dest neçû lê derb lê ket.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin