PeyamaKurd - Mistefa Kazimî ku îro bawerî bi kabîneya wî hat dayîn, ragihand, “Ez dê ji bo bidestxistina baweriya gelê xwe bênavber bixebitim.”
Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê medya civakî peyemeke Kurdî belavkir û di wê peyama xwe de diyar kir, “Îro parlamentoyê bawerî bi hikûmeta min da, spasiya hemû wan birêzan dikim ku piştgirî dane min. Hêvîdar im hemû alî hevkar bin di rûbirûbûna astengiyan û rêkbikevin li ser bernameyeke netewî bo xizmetkirina Iraqê.”
Li Parlamentoya Iraqê dengdan li ser kabîneya Mistefa Kazimî ku bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatibû raspardin, birêve çû. Di encama dengdanê de bawerî bi 15 wezîran hat dayîn, 5 wezar hatin redkirin û dengdana li ser wezaretên derve û petrolê jî hat texîrkirin.
ئەمرۆ پەرلەمان متمانەى بەخشى بە حکومەتەکەم. بی راوەستان کاردەکەم بۆ وەدەستهێنانى بڕواى گەلەکەم. سوپاسى هەموو ئەو بەرێزانە دەکەم کە پشتگیریان لێمان کرد. هیوادارم هەموولایەنەکان هاوکاربن لە رووبە رووبوونەوەى ئالنگاریەکان و رێک بکەون لەسەر بەرنامەیەکى نیشتمانى بۆ خزمەتکردنى عیراق.
— Mustafa Al-Kadhimi مصطفى الكاظمي (@MAKadhimi) May 6, 2020
Mistefa Kazimî kî ye?
Mistefa Ebdulletîf Kazimî di sala 1967an li Bexdayê ji dayik bûye. Dîplomaya wî di yasayê de heye. Zewicî ye û du keçên wî hene. Dijberê rejîma Sedam Hisên bû. Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Zakire ya Iraqî bû. Rêveberê Dezgeha Diyaloga Mirovî bû. Rêveberê Nivîsînê di beşa Iraqê ya malpera Al Monitor Amerîkî de bû. Berê jî Rêveberê Nivîsînê yê heftenameyekê bû ku Berhem Salih xwedî îmtiyazê wê bû. Ji sala 2016an ve Serokê Dezgeha Istixbarata Iraqê ye. Hejmarek pirtûkên wî hene ku ya herî diyar pirtûka Pirsgirêka Iraqê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin