Berfê rê neda erebeyan ku herin

Berfê rê neda erebeyan ku herin

PeyamaKurd – Li ser rêya Çewlikê û Diyarbekirê berf zêde bariya û rê neda erbeyan ku di rêya xwe de herin û bi dehan erebe di rê de man. Bi taybetî li devera Tapantepeyê bi barîna berfê re ambûlans, kamyon û otobus bi alavên biçûk re tev di rê de asê man.

Li ser agahdarkirina rêxestina bejayî ya Çewlikê dest bi xebata vekirina rê kirin û rêvebiriya rêyên bejayî ya 13 em weha got

“Li der dora Çewlikê berf û baran di nav hev de û li bilindahiyan wê berf bibare. Ji ber wan dibe lehî rabe, av bikeve nav mala û rê bên girtin. Ji ber wê divê her hemwelatî tedbîrên xwe li gor agahiyên me bibîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin