Li Dersîmê bi pileya 4.1ê erdhej çêbû

Li Dersîmê bi pileya 4.1ê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Dersîm ê Bakurê Kurdistanê îro Çarşemê danê nîvro erdhejeke bi hêz a bi pileya 4.1an çêbû.

Saziya Rewşên Lezgîn û Afatan a Tirkiyê (AFAD) ragihandiye ku erdhej li navçeya Pulumur a Dersîmê li demjimêr 13:02 bi hêza 4.1ê rû daye.

Herwiha Enstîtuya Kandillî ya Lêkolînên Erdhejan jî pileya erdhejê wekî 4.0 pîvaye û daye xuyakirin ku navenda erdhejê navçeya Pulumur devera Şampaşakaraderbendî bûye.

Hat ragihandin ku erdhej bûye sedema tirs û panîkê, lê ti ziyanên canî û madî nehatine tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin