PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 24 Çileyê 2022yan pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Lubnanê Dadwer Hinrî Xûrî û şanda pê re kir.
Di şanda Lubnanê de Serokê Encûmena Dadweriya Lubnanê, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî û hejmarek ji şêwirmend hebûn.
Di hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Wezîrê Dadê yê Lubnanê û şanda wî de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û Lubnan û Iraqê bi taybetî hatin kirin.
Gefên terorê li Iraq, Sûriye û navçeyê û rewşa Herêma Kurdistanê mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin