PeyamaKurd - Li nêzîkî Atînaya paytextê Yûnanistanê agir bi daristanê ket û dûre agir pekiya herêmên ku însan lê rûdinên. Di encama van şewatan de herî kêm 76 kes mirin û 157 kes jî birîdar bûn.
Di daxuyaniya Navenda Alîkariya Bilez a Neteweyî ya Yûnan de hat diyarkirin ku li rojhilatê bakurê Atînayê li herêma Rafîna agirê ku bi daristanê ket, pekiya ciyên ku însan lê rûdinên.
Sekreteriya Giştî ya Parastina Sivîlan a Yûnan ragihand ku di şewata nêzîkî Atînayê de herî kêm 76 kes mirin û 157 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî îdia kirin ku di restoranekê de cesedên 26 kesan hatin dîtin, lêbelê ev îdia hê nehatine piştrastkirin.
Ji ber şewata ku di encamê de bi sedan xanî û wesayît bûn rijik, bi hezaran kes ji herêmê hatin texliyekirin. Bi sedan kesên ku ji şewatê revîn û gihîştin Lîmana Rafînayê, bi botên Ewlekariya Qeraxan û ferîbotên taybet va ji herêmê derxistin û birin.
Duh piştî nîvro li daristana qedera 20 kîlomêtro dûrî Atînayê şewatê dest pê kir û ji ber bayê gur, agir zû belayî herêmeke fireh bû. Nêzîkî 200 neferên agirkujiyê û gelek xwebexş midaxaleyî agirê li nêzîkî herêma Rafîna dikin. Di xebatên vesandina şewatê da bi sedan wesayît, balafir û helîkopter jî beşdar in.
Di daxuyaniya Teşkilata Agirkujiyê ya Yûnan da jî hat diyarkirin ku li herêma Kineta ku 50 kîlomêtro li rojavayê paytextê ye jî agir bi daristanê ket û ji bo vesandina agir, li vê derê jî 150 neferên agirkujiyê bi 74 wesayîtî va dişixulin.
- Rewşa awarte hat ragihandin
Ji ber ku agir zû belayî herêmeke pir berfireh bû, ligel Teşkilata Agirkujiyê, yekîneyên eskerî jî hatin seferberkirin û herwiha ji Mekanîzmaya Parastina Sivîlan a Ewropayê jî alîkarî hat xwestin.
Hat ragihandin ku li hin deverên herêma Attiki ku paytext Atîna jî di navê da ye, rewşa awarte hat îlankirin. Di daxuyaniya Serokatiya Eyaleta Attiki da hat destnîşankirin ku Walî Rena Duru li Attikiya rojhilat û rojava ji ber şewatê rewşa awarte ragihand.
Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras seredana xwe ya Bosna Hersekê di nîvî da hişt û vegeriya Atînayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin