Pelosî: Em nahêlin Çîn Taywanê îzole bike

Pelosî: Em nahêlin Çîn Taywanê îzole bike

PeyamaKurd – Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî, piştî serdana xwe ya Taywanê yekem car di bernameyeke zindî a televîzyonê de axivî û diyar kir: “Em nahêlin Çîn Taywanê îzole bike.”

Pelosî di axaftina xwe de da zanîn, tu dewlet nikare têkelî kesen serdana Taywanê dikin bike û got: “Dikarin ji wan re (Ji Taywaniyan re) bibêjin hûn nikarin tevlî Rêxistina Tenduristiya Cîhanî bibin, lê nikarin li hember kesên dixwazin serdana Taywanê bikin bisekinin.”

Pelosî di berdewamiya axaftina xwe de girîngîdana serdana xwe û şanda xwe ya Taywanê anî ziman û got, ji bo me danûstandina di navbera parlamentoyan de girîng e û berdewam kir: “Serdana min wek Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê û ya şanda min, ji aliyê her du partiyên (Demokrat û Komarî) destekek xurt sitend û em li Taywanê ji aliyê gelek însanan ve, gelekî xweş hatin pêşwazîkirin.

Herwiha Pelosî destnîşan kir, di polîtîka Amerîka ya li hember Çînê de tu guhertin çênebûye û eşkere kir: “Em ji bo polîtîkaya xwe biguherin neçûn wê derê. Em hîn jî polîtikaya “Çîn tenê” diparêzin. Di vê de tiştekî nexweşiyê çêke tunebû.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin