Yekîtiya Awrûpayê bo Amerîkayê vîze datîne

Yekîtiya Awrûpayê bo Amerîkayê vîze datîne

PeyamaKurd- Ji sala 2021an û pê de, hemwelatiyên Amerîkayê bo herin nava Yekîtiya Awrûpayê divê vîze bistînin. Nûçe di malpera fermî ya Yekîtiya Awrûpayê de hat belavkirin. Di çarçoveya bernameya Agahiyên Gera Awrûpa û Sîstema Erkdayînê (ETIAS) êdî divê hemwelatiyên Amerîkayê bo Awrûpayê vîze bistînin.

Vîze ya ETIAS ê wê bo 3 salan be û bi vê vîzeyê wê karibe li 26 welatên Schengenê bigerin. Ji bilî Amerîka, Japonya û Venezuela jî di nava wan de wê hemwelatiyên 60 welatan bo YA yê vîze bistînin. Rêvebirên Yekîtiya Awrûpayê dibêjin:

“Bi vî awayî berya ku geştiyar werin Yekîtiya Awrûpayê, em ê bizanibin wê kî were Awrûpayê.”

Vîza ETIAS ê wê ji 2021an  û bi şûnde were bicîhanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin