Netanyahû ji îstixbarata welatê xwe lêborîn xwest!

Netanyahû ji îstixbarata welatê xwe lêborîn xwest!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû, li ser gotinên xwe yên li ser êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê ku bal kişandibû ser berpirsiya ewlehî û îstixbarata Îsraîlê lêborîn xwest.

Netanyahû li ser medya civakî Xê derbarê berpirsî û kêmasiya dezgeha îstixbaratê Şîn Betê ku berî niha bilêv kiribû û rastî bertekan li Îsraîlê hatibû, lêborîn xwest.

Netanyahû li parvekirina xwe berê ya rexnekirina Şîn Betê ku jê biribû got, “Min xeta kir. Diviyabû piştî civîna rojnamevaniyê wan gotinan nekim û ji bo vê lêborîna xwe dixwazim. Piştevaniyeke tam didim hemû serokê hêzên ewlekariyê. Piştevaniya sererkanê artêşê û hemû fermandarên li eniya şer dikim. Emê bihevre bi ser kevin!”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin