Serokwezîr Barzanî meas û dahatên xwe ji kampanya vîrusa korona re bexsand

Serokwezîr Barzanî meas û dahatên xwe ji kampanya vîrusa korona re bexsand

PeyamaKurd - Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî mûçe û destkeftên xwe yên darayî bi helmeta rûbirûbûna vîrusa korona û ji bo hevkarîya hemwelatiyên kêmderamet re dibexşîne.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, spasiya hemû hemwelatiyên ku di helmeta rûbirûbûna vîrusa korona û hevkarîkirina bi xelkê hejar û kêmderamt re beşdar in kir.

Di vê çarçovê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, mûçe û destkeftên xwe yên darayî bi helmeta rûbirûbûna vîrusa Korona û hevkarîkirina bi welatiyên kêmderamt re bibexşîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin