Biden ji bo Putin: Nebe 1 cm. ekî bikevî nav axa NATO yê

Biden ji bo Putin: Nebe 1 cm. ekî bikevî nav axa NATO yê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di seredana xwe ya ji bo lîderên Awrûpayê de di wexta çû Polonyayê, li payîtex Varşovayê daxwuyaniyan da. Di daxwuyaniya xwe de bang li serokê Rûsyayê Valdimir Putin kir û weha got:

“Nebe di hişê xwe derbas bikî ku bikevî nav 1 cm. ekî axa NATO yê. NATO hevkarên xwe diparêze. Hêzên Amerîkayê ne ji bi hêzên Rûsyayê re şer bikin lê ji bo hevkarên xwe biparêzin li Awrûpa ne. Xelkê Rûsya ne dijminê me ye. Ez bawer nakim ku hun xelkê Rûsyayê razî ne ku Rûsya bi bombeyan nexweşxane, dibistanan bombe bikin, bi fuzeyên Rûsyayê zarok û mirovên bêguneh bên kuştin.

Ez bang li xelkê Rûsyayê dikim ku li hemberê vî şerê derên. Ev şer ne layîqê xelkê Rûsyaye. Divê li Rûsyayê rejîm biguhire. Divê Putin li ser îdara Rûsyayê nemîne.”

Biden ragihand ku di şerê Rûsya û Ûkrayna de ew bi Ûkraynayê re ne û wê destek dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin