PeyamaKurd – Li Balafirgeha San Francisco ya Amerîkayê firoştina avê di şûşeyên pet (plastîk) de hat qedexekirin.
Li gorî biryarê êdî dê li ti firoşgehên nav balafirgehê di nav şûşeyên pet de av neyê firotin.
Hat diyarkirin ku ev biryar ji bo siheta mirovan û parastina hawîrdorê hatiye wergirtin.
Biryara qedexekirina şûşeyên pet li ser plana stratejî ya sala 2016an a tunekirina bermayîyên plastîk ketiye meriyetê û armanc ew e bermayiyên plastîk bigihînin asta herî kêm.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin