PeyamaKurd – Şanda Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku wekî baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û beşek ji PYDê tê nasîn, îro li paytexta Rûsya Moskowî bi Partiya Vîna Gel ya Sûrî re li ser danûstandinên çareseriya siyasî rêkeftina lihevkirinê îmze kir.
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û serokê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl ku beriya şerê navxwe yê Sûriyê cîgirê serokê Sûriyê bû, îro li paytexta Rûsyayê Moskowê civîneke rojnamevanî li dar xistin û muzakereya lihevkirinê ya herdu aliyan îmze kirin.
Qedrî Cemîl got ku danûstandin tenê di navbera her du aliyên Sûriyê de ye û gelek bendan digire nava xwe.
Îlham Ehmed jî got, ev reşnivîsa muzakereyê ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê gaveke nû ye, ji ber vê yekê ew kêfxweş in û bi hêvî ne ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê kar û xebata xwe berdewam bikin û li şûna çareseriya leşkerî girîngiyê bidin çareseriya siyasî, dawî li nakokî û şer bînin, koçber û penaberên li derveyî welat vegerin malên xwe û girtiyan serbest berdin.
Qedrî Cemîl kesayetekî siyasî yê nêzîkî Rûsyayê ku karûbarên xwe li wir berdewam dike.
Xalên rêkeftinê wiha ne:
-Sûryeya nû yek parçe ye, mafê hemû pêkhateyan diparêze, her wiha lihevkirina di navbera bakur û rojhilatê Sûriyê weke herêmeke nenavendî û paytextê de, li ser karûbarên derve, parastin û aborî, misoger dike.
-Herdu alî kar li ser pêkanîna biryara NY ya jimara 2254, di nav de jî pêkanîna daxuyaniya Cinêvê.
-Herdu alî li ser bidawîkirina hemû cezayên li ser welêt dikin.
-Bidawîkirina dagirkeriyê li ser hemû xaka Sûriyê û derxistina hemû hêzên biyanî ji Sûriyê.
-Çareserkirina dosyaya kurd li Sûriyê bi awayekî demokratîk û adil li gorî peymanê navdewletî, her wiha parastina mafên kurdan di destûrê de.
-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo bidawîkirina aloziyê, pêwîstiyek e û divê em sûdê ji vê tecrûbeyê weke rejîmeke xwebirêbebirinê ya gel û kar ji bo bipêşxistina wê.
-Divê rêveberiya xweser tevlî hemû pêvajoyên çareseriya siyasî bibe.
Hat zanîn ku her du alî piştî lihevkirinê çûn Wezareta Derve ya Rûsyayê û bi Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov re civiyan.

Hêjayî gotinê ye, serdana Rûsya ya şanda MSDê li demeke ku çavkaniyên medya cîhanê behsa amadekariyên Amerîka yên bo naskirina Herêma Cizîrê ya Rojhilatê Firatê wekî herêmeke otonom dikin, pêk tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin