PeyamaKurd - Komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike, ji bo xelkê Efrînê ji ser mal û milkê wan koçber bikin, piştî revandin, kuştin û bacan êdî darên zeytûnan jî dibirin û talan dikin.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê koma çekdar a bi navê Cebhe El Şamiye li gundê Kefir Mizê yê Efrînê 150 darên zeytûnên welatiyê bi navê Hemîde Reşîd Hemdûş birîn.
Rêxistinê ragihand ku koma Sultan Silêman (Emşat) tevî ku meha borî 300 ta hezar dolarî li her maleke gundê Qermîlq ferz kiribû, niha careke din baca 40 hezar dolarî li wî gundî sepandiye.
Rêxistina Mafên Mirovaan a li Efrînê diyar kir, hêzên Tirkiyê û komên çekdaran, bi armanca welatiyên Efrînê bi neçarî koçber bibin û plana guhartina demografî bicih bînin, zilm û zordariyê li Efrîniyan dikin.
Efrînê di 18ê Adara 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve hatibû dagirkirin û ji wê demê ve kiryarên binpêkirinên mafên mirovan, kuştin, revandin, dizî û talana li ser xwecihiyên Efrînê berdewam dike.
Heta niha nêzî 400 hezar şêniyên Efrînê hatine koçberkirin û li şûna wan jî malbatên komên cîhadiyan hatine bicihkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin