Balafirên F-35 û SU-57 ketin pêsbirkê

Balafirên F-35 û SU-57 ketin pêsbirkê

PeyamaKurd- Balafira Rûsyayê ya bi navê SU-57 ku beranberê F-35an ya Amerîkayê tê qebûlkirin, bo hilberîna wê hat asta dawiyê. Cîgirê wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Aleksey Krivoruchko bo çapemeniya Rûsyayê, di derbarê çêkirina balafira SU-57an de axifî:

“ Xebatên me bi serkeftî dewam dikin. Ji aliyê fîzîkî de çêkirina balafirên me temam bûn. 12 balafirên ku dê bikevin nava sermaya wezareta parastinê ya Rûsyayê, niha testên wan tên kirin.”

Herkes bende ye ku di sala 2019an de balafir bên teslîmkirin. Bafirên SÛ-57 daîma bi bafalafirên F-35 yên Amerîka re tên qiyaskirin û hinek pispor dibêjin ku maliyeta balafira Rûsya erzane û ji aliyê teknîkî de jî serdesttire.

Ceribandina yekem di sala 2010an de hatibû kirin. SU-57 hatiye plankirin da bikeve dewsa Su-27 û Mig-29an.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin