PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 8ê Cotmehê, li gundewarên Efrînê hêzên girêdayî rejîma Sûriyê û Tirkiyê hevdu topbaran kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, li aliyekî hêzên Şamê bi guleyên obûsan derdora gundê Kibaşînê yê bajarokê Şêrawa ya Efrînê topbaran kir û li aliyê din jî çekdarên bi ser Tirkiyê ve derdora Nibul û Zehra topbaran kir.
Hate diyarkirin, di topbaranên ku tirs li ser welatiyan çêkir de, di navbera gundên Burc Qas û Kilotê ziyanên madî çêbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin