PeyamaKurd- Îran ragihand ku bi sedema sîstema bankayan û dorpêça ser wan, bazirganiya xwe ya bi Iraqê re wê bi dînar an bi mubadelê (guhertin) bike.
Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî ragihand ku ew nikarin bi dolar bazirganiya xwe bikin. Mecbûrin îxracat û îtxalata xwe hinek jê bi dînar bikin. Balyoz bo medya Îranê axifî û weha got:
“Iraq xaza xwe, elektrîk, xida û alavên sanyiyê ji Îranê dikire û ger van kirînên xwe bide rawestandin, ne tenê bo Îranê her weha wê bo xelkê Iraqê jî pirsgirêkên ji dil çêbike.”
Heya niha bazirganiya navbera her dû dewletan salê li dora 12 mîlyar dolariye û plan dikin ku vê miqdarê bigihînin 20 mîlyar dolarî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin