PeyamaKurd- Li gorî encamên pêşî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi ferqeke mezin di hilbijartinê de li pêş e.
Li gorî encamên nefermî, di hilbijartinê de PDK bûye yekemîn, YNK duyemîn û Tevgera Goran jî bûye sêyemîn.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê jî dengên xwe gelekî zêde kirine.
Duh (30ê Êlûnê) hemî gelê Kurdistanê ji bo hilbijartina parlamentoyê, çû ser sandoqan. Ji %57 gelê Kurdistanê beşdarî hilbijartinê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin